Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’ê a li Cenevreyê didome.
Çalakgeran diyar kirin ku Rêber Apo mîmarê aştî û azadiyê ye û divê demildest azadiya wî ya fîzîkî were misogerkirin.

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve her roja Çarşemê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevre ya Swîsreyê tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) Kasim Erîk axifî got:

“Li dijî hewldana dewleta Tirk ku dixwaze gelê Kurd bêyî Rêbertî, bêyî îrade û têkoşînê bihêle, em soz didin ku têkoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo bidomînin.

Hevserokê Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî destnîşan kir ku bi salan e agahî ji Rêber Apo agahî nayê girtin û got:

“Rêber Apo mîmarê aştî û azadiyê ye. Divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

Back to top button