Nûnerê Serokkomarê Iraqê di der heqê xwepêşandanên li Kerkûkê de diyar kir ku divê careke din bûyerên wiha dubare nebin û aramî û aştî li Kerkûkê bi cih bibe.
Nûnerê Serokkomarê Îraqê Ezîz Necîd li ser rewşa Kerkûkê ya piştî xwepêşandanên Kurdan civîna çapemeniyê li darxist
Ezîz Necîd di civînê de got :”Ez hevxemî û serxweşiya birêz Serokkomarê Iraqê ji malbat û xizmên serbilind ên şehîdên vê bûyera dilsoj re radigihînim û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Ez jî îro wek nûnerê birêz Serokkomarê Iraqê hatime Kerkûkê da ku ji nêzîk ve sedemên wan bûyeran bizanim .
Di dawiya axaftinên xwe de Ezîz Mecîd da zanîn ku ji bo cihbicihbûna aramî û aştiyê li hemû parêzgehên Iraqê birêz Serokkomarê Iraqê hemû hewilên xwe dide, bi taybetî ji bo Kerkûkê.
Parlamentoya Iraqê, wê lijneyek ji bo lêkolînê bişîne Kerkûkê