Dibistanên Reveberiya Xweser zêdetirî 800 hezar xwendekar pêşwazî dikin

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya pêşwazîkirina zêdetirî 800 hezar xwendekaran dikin.
Di heman demê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê diyar kir ku ew hewl dide rewşa perwerdê, xwendin bi pêş bixe û rêbazên perwerdeyê yên nûjen di sala xwendinê ya 2023-2024′an de bi kar bîne.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe li pêş xwendekaran di 10′ê Îlonê de vedikin.

Der barê plan û xebatên desteyê cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Azad Berazî axivî û wiha got:

“Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qonaxên perwerdê de qeyd kirine 863 hezar û 388 e.

Hejmara mamosteyan 43 hezar û 99 mamoste ne û li 4 hezar û 130 dibistanî belav in.

Ji wan 379 dibistan îsal hatin sererastkirin û ketin xizmetê.

Berazî aşkera kir ku 208 dibistan bi temamî hatine wêrankirin û yên beşî hatine wêrankirin 279 e.”

Azad Berazî wiha dawî li gotina xwe anî: “Em her tim hewl didin her zarokek di temenê xwendinê de li daniştinên dibistanên Rêveberiya Xweser de bin.

Back to top button