Yekitiya Ewropayê ji bo komkirina pereyan ji bo Sûriyeyê, îro kongreyek navneteweyî li dar dixe.
Her wiha kongre li paytexta Belçîkayê Brukselê tê lidarxistin û armanc jê komkirina alîkariyan ji bo Sûriyê ye.
3 rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku pêdiviya gelê li hundirê Sûriyê û penaberên sûriyeyî yên li derve bi rêjeyeke mezin a alîkariyê heye.
Rayedarên NY`yê yên bi kar û barên mirovî û alîkariyan radibin, dibêjin:
Divê civaka navneteweyî di aliyê darayî de piştgiriyeke zêdetir pêşkêş bike
Li Tirkiye, Lubnan, Urdin, Iraq û Misirê herî kêm 5.5 milyon penaberên sûriyeyî bi cih dibin.
Di salên aloziya Sûriyê de, piştî erdheja wêranker, doza mirovî wekî amûreke îstîsmar û şantaja siyasî hat bikaranîn.
Hikumeta Şamê û komên çeteyan jî alîkariyên ji bo mexdûran dihatin, didizîn.