Li Mûşê siyasetmedarên li dijî operasyonên qirkirinê yên siyasî dema ku daxuyanî didan rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Tevî hevseroka HDP’ê ya Mûşê Belma Nergîz 4 kes hatin binçavkirin.
Bi taybetî piştî hilbijartinan li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a faşîst bi armanca tolhildanê operasyonên xwe ên qirkirina siyasî zêde kirine.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk û Partiya Demokratîk a Gelan yê bajêrê Muşê li dijî van zext û operasyonan lihev kombûn.
Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Savci Arslan di daxuyaniya ku li pêşiya avahiyê partiyê de axivî, zext û êrişên dewleta Tirk bi bîr xist.
Hevseroka bajêr a HDP Muşê jî di nav de polîsan 4 kes binçav kirin
Di dema daxuyaniyê de Polîsên Tirk ên faşîst mûdaxaleyî girseyê kirin.
Hevseroka Bajêr a HDP’ê Belma Nergîz jî di nav de polîsan 4 kes binçav kirin.
Hate ragihandin ku rêveberên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.