Tevî binçavkirinan Nobeta Edaletê didomînin

Tevî ku duh desthilata Tirkiyê bi ser gelek malan de girt û gelek çalakvanên nobetê û kesên serdan dikirin binçavkirin jî lê çalakvanan dîsa li Amed, Stanbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Mêrsînê nobetê Edaletê domandin.
Çalakvana gotin, bila desthilat baş zanibe em dev ji vê dozê bernadin.

Deshilata Tirkiyê hem li Tirkiyê hem jî derveyê wê, êrîşî kurdan dike.

Duh di saetên serê sibê de polîsên dewleta Tirk li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser gelek malan de girtin.

Di encama êrişan de Dayikên Aştiyê, çalakvanên nobeta edaletê, endamên DEM Partî, endamên komeleyên jinan jî di nav de bi giştî 165 kes hatin binçavkirin.

Tevî binçavkirinan çalakvanên nobeta edaletê alakiya xwe didomin

Binçavkirin, girtin û pilanên desthilatdariyê nikare rê li ber têkoşîna wan bigre.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stanbolê bi hemî hêza xwe didome.

Di çalakiyê de binçavkirin hat şermezar kirin.

Bajarê Mêrdînê jî ji bo edaletê di nobetê de ne.

Dayikan gotin, em ji bo rêberê xwe li virin û heta tecrîd ranebe em ê li vir di nobetê de bin.

Nobeda Edaletê ya li Wanê jî di roja 43’yan de dewam dike.

Di çalakiyê de peyama “berxwedanê hembêz bikin” hat dayîn.

Çalakiya nobetê ya li Edene û Mêrsînê 44 roj li dû xwe hişt.

Di çalakiyê de carek din daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan hat kirin û bang li gelê kurd hat kirin ku tevlî çalakiyê bibin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê di roja 44’an de bi kilamên dayikan didome.

Çalakvanên nobetê daxwa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Xizmên girtiyan ji bo edaletê di nobetê de ne

Back to top button