Hêzên Asayîşê şaneyeke sîxûrên MÎT’a Tirk li Qamişlo girt

Hêzên Asayîşê, şaneyeke sîxûrên girêdayî MÎT’a Tirk, ku bûne sedema pêkanîna gelek êrişan û şehîdxistina sivîlan, girtin.

Dewleta Tirk ku çav li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê sor kiriye, di dema dawiyê de bi riya balafirên bê mirov gelek êriş pêk anîn.

Ev êriş gelek caran bi riya sîxûrên li ser erdê pêk tîne.

Hêzên Asayîşê jî têkoşîna li hemberî van sîxûran berfireh kiriye.

Herî dawî, hêzên Asayîşê şaneyeke sîxûran a girêdayî MÎT’ê ku li Qamişlo çalak bû, girtin.

Sîxûran di mikurhatinên xwe de, diyar dikin ku ew bi kesê bi navê Taûn ku bi MÎT’a Tirk re dixbite re, tevdigeriyan e.

Sûxuran anîn ziman ku wan li ser daxwaza Taûn hin dever li Qamişlo bi dîmen tesbît kirine û şandine û piştre, balafirên bê mirov li wan deveran daye.

Piştî ku bûyer pêk dihat jî wan dîsa dîmen digirt û dişandin ji Taûn re û li ser wê, ji wan re pere ji Tirkiyê dişandin Qamişlo.

Çeteyan gotin ku wan bi pereyên ku distandin, madeyên hişbir dikirîn û bi kar dianîn.

Back to top button