Meclisa malbatên Şehîdan a Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Şêx û rûspiyên eşîrên Girê Spî jî operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê silav kir û diyar kirin ew ê li hember êriş û planên li ser herêmê bisekinin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Goristana Şehîdan daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat diyar kirin dewleta Tirk bi sûc û êrişên xwe hemû pîvan û nirxên mirovahiyê bin pê dike.
Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe bidomînin û armancên şehîdên xwe yên azadiyê bi cih bînin.
Eşîrên Girê Spî: Em ê li dijî êriş û planên li ser herêmê bisekinin
Her wiha şêx û rûspiyên eşîrên Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser geşedanên li herêmê û bi taybetî rewşa Dêrazorê ya dema dawî de.
Şêx û rûspiyan operasyonên ewlehiyê yên QSD′ê yên li dijî şaneyên DAIŞ û hêzên dijberî projeya Rêveberiya Xweser silav kir û diyar kirin ew ê bi QSD′ê re bin û li hemberî hêzên dijber û dagirker bisekinin.
Di daxuyaniyê de bang li xelkê Dêrazorê hat kirin ku li hemberî hewldanên dewletên dejiber ên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê şiyar bin.