Du ciwan li sînorê Dirbêsiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin êşkencekirin

Duh êvarê dema ku 4 ciwanan dixwestin ji Dirbêsîyê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, 2 ji wan ji aliyê leşkerên Tirk hatin girtin û êşkence li wan hat kirin.

Gelek ciwan bi rêya qaçaxçiyan têne xapandin û berê xwe didin sînorê Tirkiyê û rastî êriş û êşkenceyên leşkerên Tirk tên. Gelek ji wan tên kuştin û birîndarkirin.

Hat ragihandin leşkerên Tirk li sînorê Dirbêsiyê 2 ciwanên ku dixwestin sînor derbas bikin girtin û êşkence li wan kirin.

Her du ciwan rewşa wan pir xirab e û niha li nexweşxaneya Dirbêsiyê têne dermankirin.

Yek ji wan Elî Hisên Cendo 14 salî ji Serêkaniyê û Ezîz Hemo Naso 33 salî ji Qamişlo ye.

Hat ragihandin her du ciwanên din jî winda ne û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Back to top button