Cenazeyê Mihemed Zekî Çelebî di bin dorpêçê de hat veşartin

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Zekî Çelebî li Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

17’ê Gulanê Mihemed Zekî Çelebî li Silêmaniya Başûr di encama êrişa çekdarî de şehîd bû.

Ajansa Firatê ragihand ku cenazeyê Mihemed Zekî doh sibehê gihaşt bajarê Wanê yê Bakur.

Hat ragihandin ku polîsên Tirk beriya merasîmê ji êvarê ve rêyên ber bi Goristana Selîmbeyê girtin.

Polîsan li pêşiya bajêr karwanê cenaze rawestand û tenê hişt ku 15 kes ji malbatê derbasî goristanê bibin.

Birayê Çelebî Fevzî Çelebî li qadê bi girseya ku bi cenaze re hatibû axivî û ev tişt anî ziman:

Back to top button