Cenazeyê Mihemed Zekî Çelebî ku li Silêmaniye hate kuştin wê li bajarê Wanê were veşartin

Malbata Mihemed Zekî Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin ji bo cenazeyê wî derbasî Bakurê Kurdistanê bikin amadekariyan dike. Têkildarî mijarê heta niha hêzên ewlehiya Silêmeniyê bêdeng in û ti daxuyanî nedane. Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê a li Hewlêrê ji YNK’ê xwest kujerên Çelebî bigirin û ceza bikin

Penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî di şeva 17’ê Gulanê de li Silêmaniyê hate gulebarankirin.

Çelebî yê ku giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê wî niha li morga Silêmaniyê ye.

Wê malbat cenaze derbasî Bakurê Kurdistanê bikin û ji bo vê bi karên îdarî ve mijûle.

Wê cenaze li bajarê Wanê were veşartin.

Hêzên Ewlehiyê ên Silêmaniyê têkildarî qetilkirina Çelebî bêdeng in

Heta niha hêzên ewlehiyê û polîsên Silêmaniyê têkildarî mijarê ti daxuyanî nedane û bêdeng in.

Asayîşa Silêmaniyê diyar dike ku dosya li gel Polîsên Silêmaniyê ye, lê polîsên Silêmaniyê bersiva peywendiyan nade.

Bêdengiya hêzên ewlehiyê û polîsan dibe sedema guman û fikaran.

Nûnertiya HDP’ê a li Başûr: dewleta Tirk welatparêzên Kurd dike armanca êrişên xwe

Derbarê mijarê de Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê daxuyanî da.

Nûnertiya HDP’ê a li Başûr: Mihemed Zekî Çelebî ji aliyê dewleta Tirk û hêzên pişt wan ve hate qetilkirin

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Mihemed Zekî Çelebî ji wan yek welatparêzan bû ku ji ber zilma dewleta Tirk neçarî derbasî Başûrê kurdistanê.

Nûnertiya HDP’ê a li Başûr: Divê YNK kujerên Çelebî bigire û ceza bike

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûr her curê êrişên li ser welatparêz û endamên xwe şermezar kir ev bang li YNK’ê kir.

Back to top button