KCK: Divê ji ruhê şoreşgerî û berxwedana Newşîrwan Mistefa hêz were girtin

Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera 5’emîn a wefata serokê berê yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa peyamek weşand û ew bibîranî.

KCK’ê di peyama xwe de Newşîrwan Mistefa weke pêşeng û lîderê gelê kurd bi nav kir û got:

” Newşîrwan Mistefa di dîroka têkoşîna xwe ya nîv sedsalî de ji bo azadî, demokrasî, mafên civakî û edaleta civakî xebitî.

“Li ser destkeftiyên neteweyî, demokrasî û qanûnên Başûrê Kurdistanê şopa wî heye.

Ew parêzvanekî mezin ê mafên gelê Kurd ê li her parçeyekî Kurdistanê bû û li dijî teslîmiyetê navê şoreşeke nû bû.

Li dijî neheqî û newekheviyê sembola demokrasî û têkoşîna civakî û edaletê bû.”

KCK’ê di dawiya peyma xwe de işaret bi rewşa kurdistanê û bi taybet başûrê Kurdistanê ku li ber dagirkerinê ye, kir û got: “Pêwiste ji ruhê şoreşgerî û îradeya berxwedanê ya Kek Newşîrwan hêz bê wergirtin.

Divê em hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin.”

Back to top button