Zelal Ceger: Ji bo têkbirina êrîşan divê em têkoşînê xurt bikin

Bi boneya Meha Şehîdan û ji bo bîranîna Haqî Karer û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, Meclisa Mablatên Şehîdan a Herêma Efrînê civînek li dar xist.

Civîn li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê ya Şehbayê hat lidarxistin.

Di civînê de, ji rêveberên TEV-DEM’ê Zelal Ceger axivî.

Zelal Ceger di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi saya berxwedana şehîdan, hemû pilanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk diçin.

Zelal Ceger behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr jî kir û da xuyakirin ku armanc ji van êrişan têkbirina îradeya gelê Kurd û gerîla ye, lê berxwedana gerîla nehişt êriş encamê bigirin.

Zelal Ceger destnîşan kir ku dewleta Tirk li pêşiya çavê cîhanê planên xwe yên mêtîngeriyê bi rêya guhertina demgorafiya Efrînê, talankirina şunwaran, qetilkirin û revandina şêniyan pêk tîne.

Ji Rêveberên TEV-DEM’ê Zelal Ceger di dawiyê de got: “Heger em bixwazin serkeftinê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk bînin û armacên wê têk bibin, divê em têkoşînê xurt bikin û li dora rêveberiya xwe kom bibin.”

Back to top button