Li hember kiryarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re, nexasim piştî êrişa dawîn a çekdarên PDK’ê li dijî gerîlayan, bertek û hêrsa gel didomin.
Têkîldarî mijarê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko axivî û got;
“Rewşa Kurdistanê û herêmê di qonaxeke girîng re derbas dibe,
Berî demekê belgeyeke baskê çekdar ê PDKˊê ket destê çapemeniyê.
Di belgeyê de êrişa li dijî nuqteyên gerîla hatiye erêkirin.
Piştre Wezareta Pêşmergeyan ew belge red kir.
Lê belê êrişa PDK’ê ya li dijî 2 nuqteyên gerîlayên piştrast kir ku ew belge rast bû û ew komployeke li dijî doza Kurd e.”
Siko xîtabî PDK’ê kir û wiha axivî: “Pêwîst e hûn nas bikin ku eger dagirkeriya Tirk gerîla têk bir hûn ê bibin armanca duyemîn.
Gerîla destkeftiyên Kurdî diparêze. Her çiqas nakokiyên partiyetê hebin jî pêwîst e negihîjin asta şer a ku Tirkiye wê derdixe pêş.”