113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê li navçeya Dirbêsiyê ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanên navçe, bajarok û gundewarên wê dest bi sererastkirina 113 dibistanên navçeyê kir.

Li dibistanên dê xebatên sererastkirinê bên kirin 9 hezar xwendekarên her sê qonanxan dixwînin.

Endamê rêveber ê Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê Aldar Faris anî ziman ku 6 dibistan bi temamî hatine sererastkirin; ji aliyê derve û refan ve.

Faris wiha domand: “Xebatên sererastkirinê beşî ne; guhartina deriyên sereke, deriyên refan, pencere, biyaxkirin, anku li gorî pêdiviya her dibistanekê.”

Li gorî Faris dê sererastkirin li tevahî dibistanan bên kirin, da ku tu pirsgirêk di xebatên perwerdê de çênebin.

Back to top button