”Armanca dorpêça hikumeta Şamê pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e”

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ferz dike.
Ji bo vîna gel ya li hemberî êrîşan bişkîne her rêzabê bikar tîne.

Endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî mijarê axivî.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Helebê Arif Mihemed got:

“Hikumeta Şamê li ser bingeha zîhniyeta çewisandinê, dorpêçê ferz dike.

Ji bo ku fişarê li şêniyan bike, wan tengav bike û neçarî koçberiyê bike.

Mihemed bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li hikumeta Şamê bike ji bo ku dorpêçê bi dawî bike.

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê ya Helebê Rûşîn Silêman jî got:

“Hikumeta Şamê bi ferzkirina dorpêçê nahêle madeyên sereke jî derbasî her du taxan bibin, armanca wê jî pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker.

Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Rûşîn bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bê deng nemînin.

Rê li pêşiya hikumeta Şamê bigirin, ji ber ku ji vê siyasetê armanc dike ciwanan bide koçberkirin.

Partiya Muhafazekaran bang li hikumeta Şamê kir dorpêçê bi dawî bike

Back to top button