HDP’Ê BANG LI KONSEYA REWROPA Û ‘CPT’ DIKE KU BIKEVIN TEVGERÊ

Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca û Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay li ser navê HDP’ê, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê re rûniştin.

Di hevdîtinê de, greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û nêzî 7 hezar girtî tevlî bûne û hilbijartina herêmî hatin nirxandin.

Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê beriya niha derbarê grevên birçîbûnê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk re axiviye û di mijara çareseriya pirsgirêkê de peyam şandiye ji Erdogan re.

Fayîk Yagizay anî ziman ku wan careke din ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê xwestine dîsa diyalogê bi Tirkiyê re bike.

Şandeya HDP’ê pêr bi rayedarên CPT re jî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê hevdîtin kiribû.

Rayedarên CPT’ê diyar kiribûn ku di asta herî bilind de ew bi rayedarên Tirk re di nava têkiliyê de ne û hewl didin ‘çareseriyeke demdirêj’ peyda bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button