ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 143’YAN DE YE

Li başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê çalaki li darin. Pêşengê çalakiya li başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz ev 143 rojin di greva birçîbûnê de ye. Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst ya Emerîkayê û Endamê Komîteya Partiya Komunîst ya Îngîltereyê serdana Yagiz kirin.Endaman piştgirî dan çalakgeran û berxwedana wan silavkirin.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li başurê Kurdistanê jî didome.

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 143’an de ye.

Yagiz her ku diçe rewşa wî ya tendurstiyê giran dibe, lê bi israr çalakiya xwe didomîne.

Serdan û piştgiriya bi çalakiya Yagiz re her ku diçe zêde dibe

Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst ya Emerîkayê Steve Clark û Endamê Komîteya Partiya Komunîst ya Îngîltereyê Ogmûndûr Jansson serdana Yagiz kirin.

Clark û Janson piştgirî dan çalageran û berxwedana wan silavkirin.

Her wiha têkildarî gelek mijaran agahî wergirtin.

Hevseroka HDP’ê ya Nûnertiya Başûrê Kurdistanê Muzeyyen Guneş jî axivî û got:

“Ji roja grevên birçîbûnê destpê kirî gelek pêkhateyan serdana çalakiyê kirine.

Kesên ji fikrên Sosyalîst, Komunîst serdana çalakiyê kirin û agahî wergirtin gelek girîng e”.

Her wiha çalakiya dorveger jî di roja 143’yan de ye.

BERXWEDANA FEDÎLA TOK DI ROJA 83’YAN DE YE

Çalakiya li Wargeha Mexmûrê di roja 118’an de ye û ji aliyê komek nû ve hate dewir girtin.

Di heman demê de berxwedana endama kordînasyona Meclisa Iştar Fedîla Tok di roja 83’an de ye.

Her wiha li navçeya Kelar a Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd jî 48.

Gulebax Celal 27 roj in di greva bê dem û bê dorveger de ne.

Çalakiya li bajarê Silêmaniyê jî di roja xwe ya 119’an de ye.

Leave a Reply

Back to top button