Di şerê li Xezayê de 90 kesên din mirin

Di şerê li Xezayê de 90 kesên din mirin, 177 jî birîndar bûn.
Di teqîna bombeyekê de, 3 leşkerên Îsraîlê jî mirin 14 birîndar bûn.

Bi nêzîkbûna meha remezanê re ku çav lêye agirbest pêk were, şerê li nava Şerîda Xeza bi dijwarî pêk tê.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê şevê din artêşa Îsraîlê li dijî herêma Xan Yûnûs êrişên ezmanî yên dijwar pêk anîn.

Hat diyar kirin di êrişa Îsraîlê ya li dijî herêma Refahê de 14 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî di roja 149’an de encama şer û êrişên 24 seetên derbasbûyî eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê 90 kesên din mirine û 177 kes jî birîndar bûn.

Tevî van daneyên dawiyê hejmara kesên li Xezayê mirine derket 30 hezar 410’an ya birîndaran jî bû 71 hezar 700’î.

Li Xezayê 3 leşkerên Îsraîlê mirin 14 jî birîndar bûn

Li aliyê din hat ragihandin li herêma Xan Yûnûsê bombeyek bi hêzên leşkerên Îsraîlê ve teqiya.

Hat diyarkirin di teqînê de 3 leşkerên Îsraîlê mirin, 14 jî birîndar bûn.

Bi destpêkirina êrişa bejahî ya li dijî Xezayê re hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatin kuştin derket 245’an.

Di şerê li Xezayê de 92 kesên din hatin kuştin

Back to top button