Sîxurên ku ji aliyê YBŞ’ê ve hatine girtin li xwe mukur hatin

24 Çileyê Yekîneyên taybet ên YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê bi operasyoneke taybet şebekeyeke ji MİT’a Tirk û PDK’ê re hevkarî dikirin girtin.
Şebekeya ku hatiye girtinê li xwe mûkûltên ku bi hevkariya PDK’ê ji MÎT Tirk xizmet kirine.
Her wiha sîxuran diyar kirin ku wan li dijî pêşengên gelê Êzîdî gelek kar û xebat dane meşandin.

PDK’ê ku piştî fermana 2014’an nema karî vegere Şengalê, bi hevkariya MÎT û Parastinê li Şengalê şebekeya sîxuran dide avakirin.

Çend roj berê beşeke ji vê şebekeyê ji aliyê YBŞ’ê û hêzên ewlekariyê yên Şengalê ve hatin girtin.

Kesên hatî girtin derbarê gelek êrişan de li xwe mikur hatine û itiraf kirine ku ka çawa tevlî vê şebekeyê bûne.

Beşeke ji vê îrtrafê li ser kanala Cira TV jî hate parvekirin.

Sîxorên hatine girtin diyar dikin ku MÎT û Parastin çawa xwe gihandine wan û di berdêla çi de ev kar kirine.

Yek ji kesên çalak a vê şebekeyê ku hatiye girtin Seed Casim Mirad e ku têkiliya wî ya bi PDK’ê re di sala 2016’an de dest pêdike.

Kesên ku bûne sîxur bi destê PDK’ê li dijî Şengalê kar kirine

Seed Casim Mirad di îtrafa xwe de diyar dike ku wê bi riya PDK’ê dest bi karê sîxortiyê kiriye.

Weke karê yekemîn jî dest bi tespîtkirina sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, endam û rêvebirên van saziyan dike.

Piştî demekê ji Seed Casim tê xwestin ku kesek din jî bike sîxur û weke hucreyekî kar bikin.

Seed Casim Mirad piştî demkî selah berces jî dikşîne nav tora sîxurtiyê

Seed Casim berê xwe dide Selah Berces ku hevalên hev ên nêzîk in.

Selah Berces jî ji Xanesorê ye û di sala 2019’an de dest bi karê ragihandinê kiriye.

Bi vê yekê re Seed Casim û Selah Berces weke hucreyek ji 2 kesan a girêdayî Ehmed Nesreddîn, rojane li ser saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşengên civaka Êzidî kar dikin.

Herdû sîxur li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê dest bi kar dikin

Ji MÎT û Parastinê re rojane agahî dişînin.

Rojane fotoyên sazî û dezgehan dikşînin û cihê wan a li ser xerîteyê tespît dikin.

Ji derveyî vê ev sîxur fotoyê endam û rêvebiran, wesayîtên wan, nav û telefonê şofêrên wan digihînin Ehmed, ew jî rojane digihîne MÎT Tirk.

Bi vê yekê re gelek pêşengên Êzidiyan ji aliyê MÎT’ê ve hatin şehîd xistin.

Back to top button