Straneke nû ya bi zimanê Erebî li ser Rêber Apo tê sazkirin

Studyoya Şehîd Welat xebatên kişandina kilîba straneke bi zimanê erebî a bi navê “Hakeze Yeqûl Ocalan” (Ocalan wiha dibêje) dimeşîne.

24’ê Çileyê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, Xebatên kişandina kilîbê dest pê kir.

Zêdetirî 70 stranbêj û sazbend beşdarî xebatê bûne.

Fikra stranê ya helbestvanê Ereb Ehmed El-Elî yê ji navçeya Til Koçer e.

Wî gotinên stranê nivisîne û pêşkêşî berpirsên Studyoya Şehîd Welat kiriye da ku awaza wê çêkin.

Piştî ku hat erêkirin, dest bi xebatên kişandinê hat kirin.

Hunermend Delîl Mîrsaz ku çavdêriya xebatên kişandinê dike, got:

Hunermend û helbestvanên Ereb karekî têkildarî Rêbertî çêkin, tiştekî pir taybet e.

Ev yek nîşan dide ku pêhkateyên herêmê hemû li vê dozê xwedî derdikevin.”

Der barê peyama stranê de Mîrsaz got:

Bi rêya hunerê û stranan em dixwazin hemû gelên cîhanê bizanin ku Rêber Ocalan ji bo azadiya gelan fedakariyan dike.

Tê payîn ku “Pêşandana yekemîn, hemwextî salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan (15’ê Sibatê) be.”

Back to top button