PDK’ê 90 rojin Silêman Ehmed serwinda kiriye

90 rojin, rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin agahî jê nayê girtin.
Ev 3 mehin malbat û ajansa Rojnewsê tevî hemû hewlidanan nekarîne agahî ji Silêman bigrin.
Ajansa Rojnewsê jî di her daxuyaniya xwede dibêje, PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman berpirse.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 1’ê Cotmehê ji bo serdana malbata xwe ji Başûrê Kurdistanê, berê xwe dabû Helebê.

Silêman yê ji ajansê bi qasî mehekê dem xwestibû, careke din ji bo vegera li ser karê xwe berê xwe da başûrê Kurdistanê.

25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Ev 3 meh angot 90 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek bi îdiayên bêbingeh ragihand ku wan Silêman girtin e.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansê de karê edîtoriyê dike.

Bi vê yekê re, ajansê tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red kir û şermezar kir.

Her wiha daxwaza zelalkirina aqubeta Silêman ya di zûtirîn demê de hate kirin.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, ji bo vê serdana Asayîşa Giştî ya Dihokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin. Tevî ku me piştrast kir ew li wê derê ye û agahiyên li ser cihê wî di nav Asayîşa Duhokê de hene, lê piştre wan gotin ew li jêr lêkolînê de ye û nayê dîtin.”

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

“Li beramberî 128 rojnamevan binpêkirinên mafan çêbûne”

Li aliyekî din, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyarkir 2023’an li dijî 128 rojnamevan û saziyên çapemeniyê, binpêkirin çêbûne.

Li gor daneyên sendîkayê herî zêde binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Hewlêrê pêkhatiye.

Ev 89 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button