Cenazeyê Zelal Zagros li Hesekê hate oxirkirin

Îro cenazeyê tekoşer Zelal Zagros li kantona Hesekê bi merasîmê hate oxirkirin.Beşdaran soza şopandina riya şehîd zelal heta pêkanîna serkeftinê dan.Her wiha bang li rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê kirin ku sûcdaran darzînin û rê li ber van sûcan bigirin.

Zelal Zagros.

Yek ji jinên pêşeng ên kurde.

Zêdeyî 31’î salan li kurdistanê û derveyî welêt di beşên cûda kar û xebat dimeşandin.

Bi teybet li hemberî zihniyeta baviksalarî têkoşiya û derfên nû ji bo jinan ku xwe ji tundiyê rizgar bike afirand.

Di çarçoveya xebatên jinan bên pêşxistin tekoşer Zelal Zagros berê xwe da başûrê Kurdistanê.

18’ê vê mehê şoreşger Zelal Zagros li kerkûrê di êrişeke çekdarî hat şehîdkirin.

Şevê din cenazeyê şehîd Zelal derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Îro cenazeyê şehîd Zelal li goristana Şehîd Dijwar a kantona Hesekê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Bi hezaran ji xelkên Bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmên oxirkirinê bûn.

Li goristanê, bi navê malbatên şehîdan Fatma Elî axivî û diyar kir ku divê hikumeta başûrê Kurdistanê û Iraqê der barê buyerê lêpirsînê vekin û sûcdaran darzînin.

Li ser navê Meclisa kongra Star Lalaşîn Hesekê behsa têkoşîna zelal kir û balkişande ser hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk a dagirker.

Li ser navê malbata şehîd Zelal, Minewir xalid axivî û got:

“Em bi şehadeta Zelal Zagros serbilindin. Em ê heta dawiyê rêka şehîdan bişopînin.

Li ser navê Meclisa jinan a Zenûbya şarezar Dêrizor axivî û desnîşan kir ku divê sûcdar werin darzandin.

Pişre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Paşê cenze şehîd di bin dirûşme û tilîliyên dayîkan de spartin axê.

Back to top button