Girtiyên siyasî 64 roj in di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 64 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Dîlgirtiyên azadiyê di azadiya fîzîkî a Rêber Apo de bi îsrarin, lewam dibêjin ku ew dev ji çalakiyê bernadin.
Bi heman awayî çalakvanên Nobetên Edaletê jî destnîşan kirin ku heta digihin armanca xwe wê têkoşîna xwe bidomînin û gotin: “Êdî roj roja azadiyê ye.”

Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, bi berxwedaniyeke mezin dewam dike.

Greva birçîbûnê ya dorveger di roja 64’an de ye.

Çalakiya ku di 27’ê Mijdarê de dest pêkiribû wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye

Li aliyê din Nobetên Edaletê jî ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpêkiriye dewam dike.

Nobetên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî dewam bû.

Çalakgeran balkişandin ser domandina têkoşînê û wiha got:

“Me weke gelê kurd xwe nû nas kir, ev yek jî bi saya fikrê Rêber Ocalan pêk hat.

Em dibêjin êdî roj roja azadiyê ye. Em ê mil bidin milê hev û vê bêhqûqiyê ji holê rakin.”

Bi heman awayî dayikên ku beşdarî çalakiyê bibûn jî diyar kirin ku divê daxwazên girtiyan bê bicihanîn û tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin.

Di dema çalakiyê de gelek rêxistin û kesan serdana cihê çalakiyan kirin û destnîşan kirin ku divê tavilê dewleta Tirkiyê gavan bavêje.

Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne

Back to top button