Gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Avaşînê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.HPG’ê derbarê çalakiyan de daxyaniyek da û diyar kir 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin, wesayîtek û çeperek jî hatine rûxandin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a mêtinger berxwedaneke dîrokî nîşan didin, di bin şertên herî zehmet de şer dikin û derbên giran li dagirkeran didin.
HPG’ê derbarê encamên çalakiyan de ev agahî parve kir;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê 23’ê Tebaxê tîmên me yên bi tevger li karwanekî dagirkeriya Tirk xistin ku ji qada Lêlkanê ber bi qada Kevortê ve diçû.
Di vê çalakiyê de bi rêbaza sabotajê li wesayîteke leşkerî ya Toyota hate xistin, 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û wesayît jî hat rûxandin.
28’ê Tebaxê bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Şahan hate xistin, di encamê de 3 dagirker hatin kuştin û çeperek jî hat rûxandin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 27’ê Tebaxê tîmên bi tevger yên YJA Starê li hêzên dagirker xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên li qada Şehîd Arjîn.
Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û hejmarek çek û alavên dagirkeran jî hatin desteserkirin.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Dogan, Karker û Rojda ku bi awayekî fedayî li dijî dagirkeran şer kirin û şehîd bûn, hate lidarxistin.
28’ê Tebaxê li Qada Çemço tîmên bi tevger li hêzên dagirker xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin. Di encama vê çalakiya bi rêbaza sekvaniyê de dagirkerek hate kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 28’ê Tebaxê li Girê Cûdî di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 28’ê Tebaxê li Qada Werxelê artêşa Tirk a dagirker ku bi mehane nikare bikeve çeper û tûnelên şer hewl da kûçikan bişîne.
Tevî ku dagirkeran bi saetan mijûlbûn jî lê kûçikên wan jî newêribûn bikevin tûnelên şer û ji neçarî qedemeyekê bi paşde vekişiyan.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 6 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 31 caran bi helîkopteran, 8 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.



