Kampanya komkirina îmzeyan ya li Başûr bi panêlekê hat eşkerekirin

Duh li Silêmaniyê, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘”rêxistinên terorîst” panêlekê hat lidarxistin û encamên kampanya îmzeyan hat eşkerekirin.Di panêlê de nîqaş li ser xistina PKK’ê di lîsteya Terorê de hatin kirin û bi encamnameyekê bi dawî bû.Hat gotin: “PKK tevgereke azadîxwaz e û tu têkiliya wê bi terorê re ne nîn e, dewleta Tirk terora dewletê pêk tîne.

Li Salona Xak a Silêmaniyê, bi paneleke ku gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedar lê amade bûn, encama dawîn a kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta “rêxistinên terorîst” hat eşkerekirin.

Hat ragihandin di pêngava ku di 29’ê Çileya 2022’an de li Silêmaniyê hat ragihandin û heta 15’ê Tebaxa 2022’an dewam kir, nêzî 300 hezar îmze hatine komkirin.

Piştî eşkerekirina encama kampanyayê, panel bi mijarên girêdayî destûra bingehîn a Tirkiye û xistina PKK’ê nav lîsteya terorê dewam kir…

Di panelê de kesên axivîn bal kişandin li ser têkoşîna PKK’ê.

Di axaftinan de hate diyar kirin PKK tevgereke rizgarîxwaz a Kurdan e û di çarçoveya qanûn û pîvanan de xebat û têkoşînê dike.

Panêla li başûrê kurdistanê bi encamnameyekê bi dawî bû

Piştî axaftin û nirxandinan, encamnameya panêlê hat eşkerekirin û ev xal hatin ziman:

-Têkoşîna PKK’ê li gorî xala 3103 a sala 1972’yan a Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ye ku dikeve çarçoveya şoreşa rizgarîxwaz a gelan.

-Nasandina PKK’ê wek rêxistineke terorîst ne qanûnî, lê siyasî ye.

-PKK tekane hêz e li derveyî dewlet û herêman, li dijî terorîstên DAIŞ û El Qaîdê şer kiriye û ji ber wê nabe di vî lîsteyê de bê hiştin.

“Xistina PKK’ê lîsta terorê siyasî ye divê ji vê lîstê bê derxistin”

-Ji bo Ewropa û Emerîka xeletiya ku ji beriya niha li dijî xebata neteweya Kurd kirine rast bikin, divê PKK’ê ji nava lîsta terorê derbixin.

Rêya tekane ya rizgarbûna ji tevliheviya ku gelên Tirkiye tê de ye, guftûgoya aştiyane ya li gel PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

-Kurd bi şer tune nabin, lewma niha derfeta herî baş e pêngavên aştiyê werin avêtin.

-PKK’ê gelek caran pêşengtî ji aştiya nava Kurd û Tirkan re kiriye, lê desthilatdarên Tirkiyê, li şûna aştiyê şer hilbijartin.-Bi derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê, pêngavên pêvajoya aştiyê wê bi pêş bikevin û bi hev re jiyana gelên Tirkiye û herêmê pêk were.

Back to top button