Leşekrên Rûsya tevî şerê li Ukrayna, di nava demên dawiyê de tetbîqatên xwe zêde kiriye.
Rûsyayê ragihand ku tevî Çîn û beşdarbûna leşkerên hikumeta Şemê wê li rojhilatê welêt tetbîqata leşkerî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku tetbîqata Vostok 2022 wê navbera 1-7’ê Îlonê de were lidarxistin.
Tetbîqat wê li rojhilata dûr û deryaya Japonyayê ya Rûsyayê pêk were.
Zêdetirî 50 hezar leşker û bêtirî hezar yekîneyên şer, di nav de 140 balafir û 60 keştiyên şer wê cih bigrin.
Ev yek jî weke gaveke din ya nêzbûna navbera Moskow û Pekînê dide nîşandan.
Leşkerên Çîn, Hindistan, Laos, Nîkaragûa û Sûriyê wê beşdarî tetbîqata ku wê li 6 herêmên gulebaranê bê lidarxistin bibin.
Moskow ya derbarê naveroka tetbîqatê de agahî nedayî teqez kir ku wan berê ev yek plan kirine û lêkolîneke berfireh li ser pêk anîne.
Hêzên deryayî yên Rûsya û Çînê wê li ser peravê ji Deryaya Japonyayê zincîre danûstandin, çalakiyên aborî yên deryayî û tetbîqatên piştgiriyê pêk bînin.
Çîn piştî dagirkirina Ukraynayê ji şermezarkirina Rûsyayê dûr ket û DYA û NATO bi provokasyona Moskowê sûcdar kir.
Li hember vê yekê Rûsyayê serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bo Taywanê rexne kir.



