Li Kobanê cenazeyê şehîd Birusk Zendûra hat oxir kirin

Xelkê Kobanê bi merasîmekî cenazeyê şervanê YPG Birûsk Zendûra li goristana şehîd Dicle orxirkirin.

Şervanê YPG’ Birûsk Zendûra 2’ê Çileya 2024’an li Dêrazorê dema li ser erka xwe şehîd bûbû.

Xelkê Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Birûsk li goristana Şehîd Dicle kom bûn.

Di merasîmê de, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî sesrsaxî ji malbatê re xwest.

Adil Hecî diyar kir ku ew ê li dijî her êrîşa li ser destkeftiyên wan bibin bersiv û bi ser bikevin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştire cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan sipartin axê.

Back to top button