HESEKÊ: ŞANEYÊN HATINE GIRTIN BEŞEK MEZIN YÊN REJÎM Û ÎRANÊ NE

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bêhn li şaneyên razayî yên DAIŞ’ê çikandiye.
Bi oparrasyonên taybet heta niha nêzî 30 çete hatine girtin.
Ha ev çete ne tenê yên DAIŞ’ê lê yên dewletên din jî di nav de ne.
Ango piştperdeya bûyerên dawî yên li herêmê dihatin kirin û bi taybet li Dêra Zorê eşkere bû.
Îro, ji Fermandarên QSD’ê Şêrko Hesekê li ser mijarê ji mere axivî û gelek agahiyên girîng yên derbarê ew şaneyên hatine girtin de, da.

Di nava miha dawiyê de bi taybet gelek hewildanên sorkirina gel li dijî rêveberiya xwesr li herêmê dihat kirin.

Bi taybet çapemeniya Rejîma Sûrî û dewleta tirk ev nerazîbûn weke helwesta gel ya neqebulkirina rêveberiya xweser didan.

Ji xwe li pişt perdeya li ser rûyê van kesên ku dinava gel de provakasyon pêk di anîn ket de, careke din ruyê herdû aliyan ê despêkê xuya kir.

Lê hîna jî heye.

Li hemberî van şaneyên razayî yên ku ewlehî û aramiya herêmê dixe nava metirsiyê de Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê dest bi pêngaveke berfireh kir.

Oparasyonên despêkê li herêma Dêra Zorê pêk hatin.

Di roja despêkê de zêdeyî 20 endamên şaneyên razayî hatin girtin.

Hun li bendê bûn ku bêjîn şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, lê ev şane ne tenê yên DAIŞ’ê, yên Rejîma Sûrî û Îranê jî dinav de hene.

Ji xwe ev yek hêdî hêdî destê kê di tevlîhevî û aramiya li herêmê de heye nîşan dide.

Ji fermandarê QSD’ê Şêrko Hesekê bi tevlîbûna ji bernameya Îroj a televsiona me re agahiyên berfireh dan.

Şêrko Hesekê got,

Me awayekî lez û ji nişka ve li dijî gelek cihên van şaneyan oparasyonên hemwext pêk anîn.

Di encamê de gelek şane hatin girtin.

Ev çete piranî girêdayî rejîm û Îranê ne.

Hesekê her çiqas agahiya jimarê neda jî lê anî ziman ku ev şaneyên ku hatine girtin, girêdana xwe bi Îran û Rejîma Sûrî ve hene.

Her wiha Fermandarê QSD’ê dazanîn ku dema oparasyon bi dawî bû ewê bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamê ji raya giştî re ragihînin.

Ji xwe daxuyaniya di demên dawiyê de rejîma sûriyê didan, balkişandibû ser wê yekê ku ev aloziyên li herêmê têkliyek xwe ya rasterast tê heye.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî jî ragihandibû ku ev zimanê rejîmê tenê dibe sedema ku destê hêzên derve di nava xaka sûrî zêde bibe û ev yek li dijî berjewerdiya niştimaniya herêmê ye.

Leave a Reply

Back to top button