Hesekê-Jinan bi nameyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Li herêmê pêngava Îmzeyan ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.
Li Hesekê, Qamişlo û Minbicê îme hatin komkirin.
Kesên ku îmzeyên xwe dan banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kirin

10 Cotmeha 2023’an, pêngava azadî ji bo Rêber Abdulah Ocalan re û çareseriya siyasî ji doza Kurd hat îlankirin.

Yek ji rêzeçalakiyên pêngavê komkirina nameyan ji bo Rêber Abdulah Ocalan bû.

Îro Kongra Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê komkirina nameyan bi dawî kir.

Bi hezaran jinên ji kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nameyên xwe daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.

Di nameyan ku hatin nivisîn de, soza bilindkirina asta berxwedanê û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan hat nûkirin.

Şêniyên Qamişlo îmze dan: Canê me fedayî rêbertî ye

Hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Qamişlo jî berdewam e.

Li bajêr, şênî bi kêfxweşî îmzeyên xwe didin.

80 endamên komîteyên komkirina îmzeyan li sûka navendî ya bajêr belav bûn.

Piştî ku endamên komîteyan armanca hemleyê şîrove kir, şêniyan bi dilxweşî îmzeya xwe dan.

Şêniyên Minbicê bi biryardarî îmze dikin

Li Minbicê jî, ji bo azadaiya Fîzîkî ya Rêber Apo îmze tên komkirin.

Şêniyên kantona Minbicê ku lîsteya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kirin, diyar kir ku heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê li ber xwe bidin û têkoşînê dewam bikin.

Back to top button