Dagirkeriya Tirkiyê di meha Sibatê de 3 hezar kes li Girê Spî bicihkir

Dewleta Tirk a dagirker di meha Sibatê de zêdetirî 3 hezar Penaberên Sûriyê li Girê Spî ya dagirkirî bicihkir.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine, polîtîkayên xwe yên guhertina demografik didomîne.

Ajansa Hawarê ku xwe dispêrê çavkaniyên herêmî ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê di meha Sibatê de zêdetirî 3 hezar penabarên Sûrî li Tirkiyê anî li Girê Spî bicih kir.

Dewleta dagirker ev penaber radestî çeteyên “Polîsên Leşkerî” kiriye da ku wan li malên koçberan bi cih bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku penaberên ji Tirkiyeyê hatine derxistin û berê wan dane Girê Spî, li deverên Hema, Heleb, gundewarê Şamê, Dêrazorê û deverên din ên Sûriyeyê ne.

Dewleta Tirk ji destpêka Nîsala 2022’yan ve berê zêdekirî 35 hezar penaberan daye Girê Spî.

Back to top button