Li Başûr û Bakurê Kurdistanê çalakiyên 8’ê Adarê didomin

Ber bi 8’ê Adarê jin li her derê di nava têkoşînê de ne.
Li gelek bajarên Başûr û Bakurê kurdistanê jî hem çalakî hem jî startên çalakiyan tên dayin.
Jinan gotin,Ne tenê di roja 8’ê Adarê de wê her roj, her kêlî têkoşîna jinan bilind bibe û xwe bigihîne lûtkeyê.
Wê ev sedsal bi têkoşîna jinên Kurd û cîhanî bibe sedsala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya jinê.

ji roja jinan a cîhanî re 6 roj maye…

Jinên Başûr û Bakurê kurdistanê ji 1′ Adarê ve dest bi çalakiyan kirin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Meclîsa Îştar bi dirûşmeya ‘Bi qêrîna Jin, Jiyan, Azadî, dihûnin tevna jiyanê’ starta pîrozbahiyên 8’ê Adarê eşkere kir.

Bivê armancê li ber derê Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi kombûna jinên wargehê daxuyaniyhek hate dayîn.

Di daxuyniyê de balhatkişandin ser tecrîda dijî rêber Apo û wiha hat gotin:

Li beramberî vê tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser jinê tê meşandin, jin berxwedaneke bê hempa dimeşînin.

Li gorî vê wê heta 8 Adarê de li ser têkoşîna jinan belavok, şano, meş û semîner were dayîn.

Bi pêşengiya RJAK û hevkariya Komîteya Amadekar ya Çalakiyên 8’ê Adarê, li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Zelal Zagros lê şehîd bûyî, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn.

Jinan soza xwe ya têkoşîn û şopandina rêya jinên şoreşger û pêşeng nû kirin û gotin:

“8’ê Adarê yek ji rojên têkoşîna me ya jinane.

Lê êş û berxwedana jinan tenê di meha Adarê de destpê nake.

Em vê têkoşîna jinan weke têkoşîna hezar salan a berdewam a jinan dibînin.

Bi dirûşmeya ‘Sedsala 21’an Sedsala Şoreşa Jinê ye’, emê tola koletiya bi hezaran salane ku li ser jinan tê ferzkirin, hilînin.
Li bajarê Bakurê kurdistanê jî jinan xebatên 8’ê Adarê bi coşek mezin didin meşandin.

Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta 8’ê Adarê da.

Li wir Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a DEM Partiyê Turkan Aslan Agaç axivî û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê.

Daxuyanî piştî gerandina govendê bi dawî bû.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Mûşê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, Em ê bibêjin ‘her der berxwedan her der azadî’ û bi motîvasyona ji qadên 8’ê Adarê em ê li dora agirê Newrozê govenda xwe ya herî mezin bigerînin.”

Li Mûşê dê heta 8’ê Adarê hevdîtin bi jinan re bê kirin.

Her wiha wê kart ji jinên girtî re bên şandin.

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî bi daxuyaniyekê starta çalakiyan dan.

Di vê çarçoveyê de wê li Mêrsînê belavok, civîn, Meş û panelan li darbixin.

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî yên li Silopiyayê re kart hatin şandin, jinên li Hezexê hatin kuştin jî hatin bîranîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên ji bo 8’ê Adarê

Back to top button