Serokê Koreya Bakur Kim gefa “êrişên giran” xwar

Di wextekî ku tevahiya cîhan, berdêla şerê li Ûkrayna dide, ji Koreya Bakur gefên metirsîdar derdikevin. Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ragihand ku ewê artêşeke ku kes nikare pêşiya wî bigre ava bike. Ev gefxwarina Kim jî piştî ceribandina moşeka dawî ya navbera parzemînan pêk hat.

Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un soza da ku ew ê ji bo welate xwe hêzeke leşkerî ya giran û kes nikare pêşiya wiya bigre, ava bike.

Beriya vê daxuyaniya serokê Koreya Bakur di 25’ê Adarê de ji sala 2017’an ve cara pêşîn moşkekên navbera parzemînan ceriband.

Ev moşeka bi navê Hwasong-17 di Mijdara 2020’an de hatibû nasandin.

Analîstan jî ev moşek wekî ‘moşeka xeternak’ bi nav kiribûn.

Serokê Koreya Bakur got; “Ji bo ku em karibin parastina neteweyî xurt bikin û van tiştan bidin artêşa gelê xwe, em ê ar,amca xwe ya zêdekirina amûrên êrişê yên xurt bidomînin.”

Li gorî texmînan moşeka ku hefteya borî hatibû avêtin, li gorî yên beriya xwe mesafeya wê dûrtir e.

Tê diyarkirin ev fuze ji bo li parçeyekî axa Amerîkayê were xistin, hatine çêkirin.

Bi ceribandina moşeka dawî re jimara ceribandinên ji despêka 2022’an ve ji aliyê Pyongyangê ve pêk hatine, derket 11’an.

Konseya Ewlekariyê ya NY jî bi lezgînî civiya bû û ceribandinên Koreya Bakur şermezar kiribû.

Koreya Bakur ji destpêka sala 2022’an ve 10 moşekên cuda, di nav wan de mûşekên balîstîk ên hîpersonîk û navparzemînî, ceriband.

Di 16’ê Adarê de, ceribandina moşeka xwe ya dawî kir.

Hat ragihandin ku ceribandina moşekê ya ku Pyongyang pêk anî di demeke kin de têk çû.

Back to top button