Li Meksîka di nava 24 saetan de 39 şewatên daristanê pêk hat

Di meha Adarê de, şewatên daristanan bela xwe ji parzemîna Amerîka ya bakur venekir. Li Meksîka di nava 24 saetan de 39 bûyerên şewatên daristanê pêk hat. Li eyaleta Kolarado ya DYA jî ber şewatê 19 hezar kes ji bo cihên ewle hatin veguhestin.

Ji parzemîna Amerîka ya Bakur duman radibe.

Li gorî rapora Komîsyona Daristanan a Neteweyî ya Meksîkayê (Conafor) hat weşandin, di 24 saetên dawîn da li seranserê welêt 39 şewatên daristanan pêk hatiye.

Di encamê de, bi tevahî 415 hektar herêm şewitiye.

Di şewatên daristanan ên li 15 eyaletên welêt de, ku di nav de paytext Meksîko City jî heye, zirara herî mezin li herêmên bakur rû da.

Di dema ku 1,508 agirkuj li seranserê welêt ji bo vemirandina agirê li seranserê welêt hatine erkdarkirin, helîkopterên girêdayî Artêşa Meksîkî û hukûmetên herêmî jî piştgirî didin hewildanên vemirandinê.

Hat ragihandin ku roja 24’ê Adarê li bajarê Santiago yê eyaleta Nuevo Leonê ji ber şewata daristanê 450 hektar erd ziyan dîtiye.

Di encama xebatên vemirandina şewatê de het aniha tenê ji sedî 15 hatiye kontrolkirin.

Ji bo vê yekê xebatên vemirandinê 392 tîmên agirkujiyê kar dikin.

Ji sedî 50 şewata li eyaleta Tamaulipasê jî hate kontrolkirin.

Li paytext Mexico City, 2 şewat beriya mezin bibin hatin vemirandin.

Li eyaleta Colarado ya DYA 19,000 kes hatin veguhestin

Şewata daristanê ya ku duh li herêma çiyayî ya Boulder a eyaleta Colorado ya Amerîkayê dest pê kirî bi bandora bayê re mezin bû.

Agirê ku nêzî zanîgeha Colorado ya Boulderê bûn gef li şêniyên herêmê xwar.

Rêveberiyên bajar ragihand ji ber gefa şewatê wan 8 hezar avahî ku bêtirî 19 hezar kes lêbûn ji bocihên ewle veguhestine.

Ev kes jî li 2 stargehên hatine diyarkirin hatin bicihkirin.

Tîmên agirkujê ragihandin ku wan heta niha karîne ji sedî 21’ê şewatê kontrol bikin.

Heta niha herêmeke 80 hektar bûye xwelî.

Di encama şewata daristana ku meha Kanûna sala borî derketibû, zêdetirî hezar avahî zirar dîtin û 2 hezar û 500 hektar jî bo xwelî.

Back to top button