Li Reqeya xebatên ji nû ve avakirina Firina Tişrînê ber bi dawîbûnê ve diçe

Desteya Aborî ya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê plansaziya 2023’yan didomîne.
Ji nû ve avakirina firina “Tişrîn” ya ku di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de bi temamî wêran bû, di plansaziyê de bû.
Hindik maye ku xebatên ji nû ve avakirina firnê bi dawî bibe.

Firna Tişrîn firneya herî mezin a li bajarê Reqa ye.

Ji bo sivikkirina bar li ser firneyên din Desteya Aboriyê dest bi ji nû ve avakirina firnê kir.

Çavdêrê projeyê, Mihemed Malûd derbarê mijarê de axivî û got:

“Me ji navîna 2023’yan dest bi vê xebatê kir û dê çaverê ye navîna Adarê bi dawî bibe.

Kapasîteya firneyê rojane 20 heta 25 ton e û dê nan ji nîvê şêniyên Reqayê re peyda bike.”

Malûd destnîşan kir ku piştî vekirina firnê dê hewl bidin xeteke din di firneyê de vebikin ji bo ku barên şêniyan hîna siviktir bibe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Desteya Aborî ya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê beriya wê jî firneya Ferdûs, 23’yê sibatê û Temwînê sererast kiribû.

Back to top button