Di erdhêja li Japonyayê de hejmara kesên mirine gihişt 241’an

Li parêzgeha Işikawa ya li Rojavayê Japonyayê û li peravên Nîvgirava Notoyê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 241’an.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Îşikawayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di erdhejên ku di hefteya ewil a Çileyê de pêk hatin de hejmara miriyan derket 241’an.

Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku hêjî zêdeyî 13 hezar kes li nuqteyên tehliyeyê dimînin û lêgerîna 11 kesên ku xeber ji wan nehatiye girtin jî dewam dike.

Hat ragihandin ku li seranserê eyaletê li zêdetirî 31 hezar malan av qut bûye û li zêdetirî 1500 malan jî elektrîk qut bûye.

Her wiha hejmara avahiyên ku qismî zirar dîtine û bi temamî hilweşiyane gihîştiye 65 hezarî.

Hikûmeta navendî ragihand ku ew ê di çarçoveya projeyên ji nûve avakirinê de ji bo malbatên ku temenê wan ji astekê derbas dibe, ji bo her malê (41 hezar dolar) piştgiriyê bide.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê di navbera 1-5ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Îşikawayê gelek erdhejên bi lerza 5-7’an pêk hatin.

Back to top button