Serçeteyê DAIŞ’ê yê leşkerî ku ji Cezayîrê ye li kampa Holê hat girtin

Serçeteyekî DAIŞ’ê yê Cezayîrî, di çarçoveya operasyona “mirovî û ewlehiyê” ya li kampa Holê de, ket destê Hêzên Asayîşê.

Ajansa nûçeyan ANHAyê ragihand ku, çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Ebdurehman Şerif Debbax ku berî derbasî Kampa Holê bibe, li navçeya Şedadê ya Hesekê û her wiha li Reqayê jî emîrê leşkerî yê DAIŞ’ê bû, hat girtin.

Piştî di nava şer de kor bû, derbasî kampa Holê hat kirin. Ev serçete li wir jî bûye emîrê zekatê yê DAIŞ’ê.

Hêzên Asayîşê her wiha Miftiyê kampa Holê yê bi navê Ebû Mihemed El-Cemîlî jî girt..

Asayîşê diyar kir ku Ebû Mihemed El-Cemîlî berê di rêxistina El-Qaîdeyê ya li Iraqê de cih digirt..

Piştre jî weke Miftî tev li nava DAIŞ’ê bû.

Back to top button