Di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de, roja rojbûna Rêber Ebdelah Ocelan, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên pirtûkan û çalakiyên cûr bi cûr hatin vekirin.
Bi boneya nêzîkbûna rojbûna rêber Ebdelah Ocelan rêzeçalakiyên cûr bi cûr têne lidarxistin.
Kongreya Star pêşangeheke wêne û pirtûkên rêber Ocalan bi diruşma”Dem dema azadiya rêber Ocalan e” li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo li dar xist.
Di pêşengehê de endamên saziyên sivîl, leşkerî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.
Hevseroka Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Semer Hisên lê amadebû û diyr kir ku Rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo me ji rojên girîng e, ji ber jinên Kurd û Ereb ji bindestiyê, paşguhkirinê û newekheviyê rizgar kir.”
Li Amûdê sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Apo hate pêşkêşkirin
li Amûdê jî sînevîzyonek li ser têkoşîna rêber Ocalan û avakirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê hate organîzekirin.
Endamên saziyên sivîl, endamên Kongreya Star û gelek şêniyên navçeyê beşdarî sinivîzyonê bûn.
Li Eyn Îsayê pêşengehek karên destan hat vekirin
Her wiha Kongira Star li navçeya Eyn Îsa jî pêşangeha parêznameyên rêber Abdullah Ocalan û karên destan vekir.
Di pêşangehê de karên destan ên ji çanda herêmê û neqşên li ser caw ji bo bikaranîna li malê, ku têkoşîna jinan nîşan dide hatin pêşandan.
Kongra Star û Komîteya Seroketî li navçeya Ehrezê ya Şehbayê bi beşdarbûna şêniyan civînek lidarxist.
Di civînê de banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin, û li pey siyasetên derve yên ku dixwazin destkeftiyên wan têk bibin rawestin.
Li Kobanê pêşengeha pirtûkan hat vekirin
Her wiha TEV-DEM û Yekîtiya Rewşenbîran pêşangeha pirtûkan li navenda Kongra Star vekirin.
Rêveberiya Xweser, Kongra Star, endamên meclîsan û gelek endamên saziyan beşdarî pêşangehê bûn.
Di pêşangehê de pirtûkên rêber Abdullah Ocalan û derdora 200 pirtûkên ji aliyê nivîskaran ve li ser rêber Apo cihê xwe di pêşengehê de girtin.