Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk li Mexmûrê hatin bibîranîn

Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat û Şervana YPJ’ê Azadî Dêrîk li Wargeha penaberan a Mexmûrê, bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak li ser navê şêniyên Wargehê axivî.

Filîz Budak di axaftina xwe de qala têkoşeriya şehîdan kir got:

“Heval Sorxwîn yek ji Fermandarên jin yên di azadiya Kobanê de pêşengitî kir û di azadkirina Kobanê de rolê xwe lîstiye.

Ev êrişên tên pêkanîn, êrişên li ser destkeftiyên gelê Kurdin ku bi van êrişan dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tine bike.

Vale derxistina van êrişan erkê welatparêziyê ye. ”

Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Murat Encu jî destnîşa kir ku wê têkoşîna Heval Sorxwîn Rojhilat û Heval Azadî Dêrîk bibe soza wan ya berdewam kirina vê dozê.

Fermandar û gaziya rojava Sorxwîn Rojhilat li Kobanê hate oxirkirin

Back to top button