Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ên li herêmên dagirkirî zêde dibe. Dagirkeran ji Girê Spî 6 kes û li Efrînê 4 kes revandin û hêjmareke zêde dar birîn.
Çavkaniyan ji gundê Celeme yê navçeya Cindirêsê ya dagirkirî diyar kirin ku çeteyên navê polîsên leşkerî li xwe dikin ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên Kurd ji gund revandin.
Navên kesên hatin revandin wiha ne:
Cîhad Berekat-35, Xebat Mihemd Hebeş-30, Elî Mistefa Hebeş û Mihemed Subhî Hemo.
Çeteyan ji bo serbestberdana her yekî 6 hezar lîreyên tirkî ji malbatên wan xwestine.
Ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagirkiriye heta niha guhertina demografî çêdike û şûnwarên wê wêran dike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk darên daristanên gundê Qurtqolaq ê navçeya Şera birîn.
Çeteyên dewleta Tirk ji Girê Spî 6 welatî revandin
Şêniyên Girê Spî û gundewarên wê duh li dijî kiryarên dagirkeran xwepêşandanek li dar xistin.
Hat diyar kirin çeteyan, 6 welatiyên ku tevlî xwepêşandanê bûne bi hinceta ku xwepêşandêr li dijî meclisa herêmî û waliyê Urfayê derketine, revandin.
Li gelek herêmên dagirkirî wekî Bab, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo şermezarkirina rewşa jiyanî xwepêşandanan tên li dar xistin.