Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 53’an dewame

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 263’an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakî îro bi koma 53’an dewir hate girtin.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Pişt re jî li ser navê koma 52’an Rojbîn Otun daxuyanî xwend.

Rojbîn Otun di daxuyaniyê balkişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û got:

“Dewletên hegemon jî çavên xwe ji vê helwesta dewleta Tirk re digire.

Ji bo rawestana şerê heyî pêwîste di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin û çarserî were welatê me.

Bila dijmin bizanibe heta em Rêbertiya xwe bi awayekî fîzîkî azad nekin sekin ji me re tine ye.”

Li Mexmûrê çalakiya nobetê di roja 258’an de didome

Back to top button