Bi boneya cejna Remezanê Meclisa Gelan a Demokratîk efûyek derxist

Bi boneya cejna Remezanê Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê efûyek derxist.
Meclisê biryara Efûyê di civîna xwe ya 96’an de erê kir.

Meclisa Gelan a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 96’an li dar xist.

Civîn li hola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Reqayê hat li dar xistin.

Desteya hevserokatiyê, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, Meclisa Edaleta Civakî ya herêmê tevli civînê bûn.

Di civînê de, meclisê biryareke efûyê erê kir ku li gorî wê sûcên beriya 6’ê Nîsanê hatine kirin, tên efûkirin.

Efû gelek tewanan di nava xwe de nahewîne

Yasa çend tewanan di nava xwe de nahewîne, mîna, bazirganiya narkotîkê, bazirganiya organên laşê mirovan, tawanên terorîzmê, destdirêjiya li zarokan û hin tewanên din…

Her wiha di civînê de 19 xalên girêdayî Şaredariyan hate erêkirin.

Berdevka desteya rêvebrtiya herêmê ya kantona cizîrê Berîvan Omer têkildarê girtina biryarên derbarê şaredariyê got:

“Piştî erêkirina peymana civakî, di sîsteman xebatên şaredariyê de gelek guhertin hatin kirin, li gorî vê yekê yekîtiya şaredariyan karê xwe birêxistin dike.”

Ji bo temamkirina erêkirina madeyên mayî yên yasaya şaredariyê tê payîn ku sibe civîn dewam bike.

Back to top button