RJAK’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyek çapemeniyê dan

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest bi kampanya name şandina ji bo Netewên Yekbûyî kir. RJAK’ê banga tevlîbûna kampanyê li hemû jinên azadîxwaz kir.

Li Başûrê Kurdistanê bangên ji bo azadiya Rêber Apo her ku diçe zêde dibin..

RJAK’ê li Silêmaniyê bi civînek çapeniyê li ser tecrîda li dijî Rêber Apo dest bi pêngava name şandina ji bo Netewên Yekbûyî NY kir.

Kampanya wê heta 25’ê Nîsanê dewam bike.

Wê name bi şêwazê destnivîs, nameyên elektronîk û peyamên bi dîmen werin komkirin.

Kesên tevlî kampanyê dibin, dikarin bi zimanê Kurdî û Erebî name û peyamên xwe bişînin.

RJAK’ê di civîna çapemeniyê de têkildarî ragihandina kampanyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endama RJAK’ê Çiro Şiwanî ve hat xwendin û wiha hate gotin:

“Ev du salin tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir bûye.

Ne malbat ne jî parêzer nikarin hevdîtinê li gel Rêber Ocalan bikin.

Li dijî vê tecrîda giran, em wek RJAK bi dirûşma ‘mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ de vê pêngavê radigihînin. ”

Endama RJAK’ê Çiro Şiwanî bang li tevayî jinên azadîxwaz bi taybetî jinên Başûr kir ku li beramberî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo bêdeng nemînin û bi awayek çalak tevlî kampanyê bibin.

Back to top button