Ji Tûnisê bo Erdogan hişyarî: Destwerdanê di karên navxweyî de neke

Hewildanên destwerdana rejîma Erdogan ya li Tûnisê, rastî bertekên tund hat. Erdogan betalkirina parlementoya Tûnisê rexne kiribû û ev gav wek “derbeyek li vîna gelê Tûnisê” bi nav kir. Tûnisê jî Erdogan bi destwerdana karûbarên wê yên navxweyî tawanbar kir. Wezareta Karên Derve ya Tûnisê dibêje; Gotinên Erdogan nayên qebûlkirin.

Wezareta Karên Derve ya Tûnisê, daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku li dijî betalkirina parlementoya welat ji aliyê Serokomar Qays Seîd ve bertek nîşan da.

Wezaretê ev yek wek “destwerdana ku nayê pejirandin” li karên xwe yên navxweyî nirxand.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin,

“Tûnis ji daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê matmayî dimîne.

Ev nirxandin nayên qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Tûnis hewl dide têkiliyên nêzîk bi welatên dost re deyne, lê di heman demê de girêdayî serxwebûna biryarên xwe ye û destwerdanê li serweriya xwe red dike.”

Wezîrê Derve yê Tûnisê Osman Cerendî jî li ser Twitterê ragihand ku li ser vê mijarê bi hempişeyê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu re bi rêya telefonê axiviye.

Cerendi agahî parve kir ku Balyozê Tirkiyê yê li Tûnisê Çaglar Fahri Çakiralp ji bo redkirina gotinên Erdogan ji aliyê Tûnisê ve ji bo Wezareta Karên Derve hatiye vexwendin.

Krîza siyasî ya li Tûnisê hefteya borî kûrtir bû.

Serok Seîd rûniştina ser înternetê ya Meclisa Nûneran a ku di Tîrmeha 2021’an de dabû sekinandin de, wek “hewldana derbeyê” bi nav kiribû û Meclîs betal kiribû.

Di rûniştina ku zêdeyî nîvê parlementeran beşdar bûn de, pêşnûmeya ji bo betalkirina biryarên Seîd ên rawestandina karê Meclîsa Nûneran û rakirina parêzbendiya wan hat qebûlkirin.

Piştî rûniştinê, yekîneyên têkoşîna li dijî terorê, serokê muxalefetê yê sereke Reşîd Xenûşî ku Serokê Meclîsê ye û wekîlên din ji bo îfadeyê vexwend navendê.

Serokê Tevgera Nahda ya Îslamî Xenûşî ragihand ku ew ê li ser înternetê rûniştinan bidomînin.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya serê hefteyê da wiha got:

“Em ji ber betalkirina Meclisa Nûneran a ku di 30’ê Adara 2022’an de li Tûnisê pêk hatî xegînin.

Back to top button