Bertekên li dijî êrişa li ser balafirgeha Silêmanî

Êrişa dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê rastî bertekên tund tê. Li Reqa û Tebqa bi daxuyaniyan êriş hate şermezarkirin û banga hesbxwestinê ji dewleta Tirk hate kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê çalakî li herêmê hatin lidarxistin.

Li Reqayê bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl li çerxerêya Neîm kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê cîgerê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselman Hemsork ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Armanca êrişa li Silêmaniyê têkbirina yekîtiya Iraqê ye ku ew şirîkê sereke ya şerê li dijî terorê ye.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku asîman li pêş êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û bakurê Iraqê bigre.

Ew ê bi piştgiriya şêniyên herêmê û hemû hêzên li dijî terorê hevkariya di navbera QSD’ê û hêzên Koolîsyonê ya li dijî terora DAIŞ’ê de dewam bike.

Her wiha li Tebqayê jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek da.

Kombûnê êrişa li dijî Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û ev yek hate gotin:

“Bi nêzbûna hilbijartinên Tirkiyê re Erdogan hewl dide xwe îsbat bike, serkeftinÊn derew bi dest bixe ku krîzên hundirîn li ser hesabê gelên herêmê, binixumîne.

Kombûnê her wiha paşguhkirina û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember binpêkirinên derqanûnî û derexlaqî yên ji aliyê Tirkiyê ve li Sûrî û Iraqê tên kirin, şermezar kir.

Back to top button