Hevseroka berê ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa têkildarî pêvajoya beriya dagirkirina bajarê Efrînê axivî.
Hêvî Mistefa diyar kir ku pergala Rêveberiya Xweser a li Efrînê di çar salan de weke xewnekê bû û cara ewil bû ku gel ewqas xwe azad hîs dikirin.
Bi hatina salvegera destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî Efrînê, Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevseroka Kantona Efrînê ya berê Hêvî Mistefa nirxandin kir.
Hêvî Mistefa pêvajoya rêveberiya xweser û ya piştî dagirkirinê wiha dinirxîne..
Li Efrînê di dema Rêveberiya Xweser de pergaleke xweser hebû û hemû gelên herêmê bi hev re bi awayekî aşitiyane dijîn.
Di hundirê pergala Rêveberiya Xweser de her kesekî xwe bi ziman û nasnameya xwe îfade dikir.
Pergala Rêveberiya Xweser a li Efrînê di çar salan de weke xewnekê bû û cara ewil bû ku gelê herêmê xwe bi pergala Rêveberiya Xweser bi rê ve dibir û ew qas azad hîs dikirin.
“Li her derê têkoşîn hebû”
Hêvî bal kişand ser Berxwedana Serdemê û çavkaniya wê û ev yek anîn ziman:
Li her derê têkoşîn hebû.
Di eniyên şer de şervanên YPG, YPJ’ê û li kêleka wan dayîkên ku ji wan re xwarin amade dikirin, gel bi zarokên xwe li qadan bûn û xwepêşandan li dar dixistin.
Her wiha beşeke ji gel şikeft paqij dikirin, ji bo gelê xwe ji êrîşan biparêzin.
Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevseroka Kantona Efrîn ya berê Hêvî Mistefa daxwaz ji gelê Efrînê kir ku hêviyên xwe qut nekin û wiha bi dawî kir: ”
Efrîn niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, lê belê li hemberî vê dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa heye.
Berxwedana gelên Efrînê li Şehbayê û li her deverên din bêsekin dewam dike.
Li aliyekî din em daxwaz dikin ku hesab ji Tirkiyê bê xwestin û gel careke din vegere warê xwe.