Kongra Star 65. salvegera têkoşîna FAU pîroz kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê 65`emîn salvegera têkoşîna Federasyona Anarşîst a Ûrûguay pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin têkoşîna 65 salan ya Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê heman demê de tê wateya 65 salên berxwedanê.

Kongreya Star da zanîn ku Federasyona Anarşîst a Urugayê li dijî desthilatiya leşkerî û zordariyê heta niha jî bi tekoşîneke şoreşgerî li berxwe didin û di vê oxirê de gelek endamên wan şehîd bûne.

Kongreya Star got;

“Li Kurdistanê jî tevgera azadiya Kurd li dijî faşîzm, baviksalarî û kapîtalîzmê têkoşînek ku zêdeyî 40 sal in dewam dike, dide meşandin.

Li ser vê esasê, em 65 salên têkoşîna anarşîst, bi ruhê enternasyonalîst ku me bi hev ve girêdide, li hemû endamên Federasyona Anarşîst a Ûrûguay (FAU) pîroz dikin.”

Back to top button