Besê Erzîncan: Sîstema desthilatdar dixwaze hêza jinê ya azad bikar bîne

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku , li ser bingeha xeta azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan wê azadiya jinê pêk were, em ê teqez şoreşa jinê bi ser bixînin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî êrîşên li ser jinê û rê û rêbazên têkoşînê axivî.

Besê diyar kir ku sîstema mêrê desthilatdar di nava modelên jiyana kole ya jinan de, stratejîk û taktîkan di destê xwe de digire û wiha bi lêv kir:

Fikir, rêbaz, enerjî û potansiyela jinên ku dixwazin azad bibin bi kar tîne û dixwaze berdewamiya sîstemê bi vê rêyê pêk bîne.

Jin bi gelek aliyên tercîha koletiyê dimînin û zorî li jinan tê kirin ku vê yekê qebûl bikin.

Lewma heta ku jin ji dewletê, saziya zewacê ya klasîk û şêwazên jiyana li derdora vê yekê rizgar nebin, nikarin azad bibin.

Besê Erzîncan: Divê tercîha jinan afirandina şoreşên jinê be

Endama Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku divê tercîha azadiyê ya jinan, afirandina şoreşên jinê be.

Mirov dikare şoreşa jinê li ser bingehê pêşengiya xeta rêya 3’emîn, xeta alternatîf bi hêza xwe ya cewher re sîstema jinê ya xweser ava bike û pêş bixe.

Divê rêxistinbûna jinê û sîstema jinê heta kûrahiyên civakê bê pêşxistin.

Ji aliyê jin û civakê ve ev yek pir bi zelalî derketiye holê.

Divê azadiya şexsî û civakî bi hev re bê meşandin.

Besê Erzîncan: Weke jin cewherî êrişên li dijî me îdeolojîke

Besê Erzîncan balkişand li ser xwe perwerdekirin û rêxistiniya jinê û wiha bidawî kir:

Mirov nikare bibêje ku di aliyê îdeolojî, rêxistinî, afirêneriyê de Ji bo şoreşa jinê pêdivî bi lêhêrbûnên hîn kûrtir, heye.

Weke jin cewherî êrîşên li dijî me, îdeolojîk e.

Yên ku di fikrî û zihnî de azad bibin, ji bo pratîkkirina vê wê pir bixebitin.

Divê em bi her awayî li ser sekna jina azad xwe pêş bixin.

Divê em nirxaninên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê li ser bingehê perwerdeyan ji nû ve bigirin dest, lêhêrbûn bikin, pêk bînin û li ser vî bingehî xwedî nêzîkatiyeke radîkal bin.

Back to top button