Meclisa Kantona Hesekê daxuyaniyek da

Meclisa Kantona Hesekê îro ji bo vê yekê daxwiyaniyek da.
Aliyan banga destwerdna lezgîn ji bo vê mijarê kirin.

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê têkildarî mijarê li taxa Ezîziyê dauxyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Cîhaneke ku parastina mafê hemû zindiyan îdia dike, çawa qebûl dike ku hin bajar bê av bimînin!.

Mîna her salê demsala havînê dijwar derbas dibe.

Ne ava şêrîn, ne jî ya tehl heye, tenê tîbûn heye. Mirov bi hemû rêbazan li avê digerin.

Hinek kes jî pêwîstiya xelkê ya avê îstismar dikin û ava qirêj difiroşin wan.

Kantona Hesekê wek hrêma kerasetê hat îlankirin

Gerînendetiya Avê, bajarê Hesekê, Til Temir û gundên wan, Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê wekî herêmên karesatê îlankir û ev tişt got:

Êdî jiyan bi zehmetî li van deran peyda dibe. Vebijêrkên me kêm in.

Pêwîst e çareserî zû bên dîtin û hewldanên aliyên fermî û rêxistinên mirovî bibin yek da ku bandorên vê aloziyê kêm bikin.

Aliyan destnîşankirin ku berdewamkirina vê karesatê encama lihevkirina Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê ye û got:

Dixwazin gelê me bifetsînin û tecrûbeya wî ya demokratîk tune bikin.

Heta niha Amerîka jî bê helwest e. Ji wê û ji Koalîsyona Navneteweyî tê xwestin ku xwedî helwest bin, ev berpirsiyarî û erkeke exlaqî ye.

Aliyan dawiyê anî ziman ku gelek kes û zindî tîne, pêwîstiya wan bi avê heye.

Dewleta Tirk çavkaniyên avê dagir kirine û nahêle ku av bigihîje kesên ku pêdiviya wan pê heye.

Ev rewş jî li pêşiya çavên sîstema cîhanî diqewim e.

Back to top button