Jinên Ermenî: Bi şoreşa Rojava re tevahî jin ketin nava xebatê de

Yekitiya Jinên Ermen ji bo komkirina jinên Ermen ên ku rastî komkujî û qirkirinan hatine di nava xebatan de ye.
Jinên di nava yekîtiyê de cih digirin diyar kirin ku ew hewl didin rola jinên Ermenî di civakê de aktîf bikin û wan vegerînin pergal û nasnameya wan.

Li bajarê Hesekê di 30’yê Tebaxa 2022’yan de bi armanca komkirina jinên Ermen yekîtiya jinên Ermen hat damezrandin.

Yekîtî ji bo parastina çand û nasnameya xwe têdikoşe.

Seroka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qasabiyan a derbarê armanca Yekîtiya Jinên Ermen de axivî û got:

“Bi damezrandina Yekitiyê em hewl didin rola jinên Ermenî di civakê de aktîf bikin û wan vegerînin pergal û nasnameya wan.

Her wiha ji bo fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin gelek xebat tên kirin.”

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaforyan jî wiha anî ziman:

Şoreşa Rojava ya bi navê şoreşa jinan tê naskirin, îro hemû qad li pêşiya jinan vekirine.

Losnak di dawyê de bang li civaka navdewletî kir ku ku sînorek ji kiryarên Tirkiyê re daynin.

Back to top button